Jano Rosebiani

Wek Nivîskar/Derhêner, xebatên Rosebiani ji çandên navberkî heta komediyên reş û mijarên mafên mirovan hene. Ew xwediyê gelek xelatên navneteweyî ye û di pirtûka “Cineaste Uit De Schaduw” (Fîlmçêkerên ji Siyê) ya wênekêşê Belçîkî yê navdar Kris De Witte da (2002) di nav 35 fîlmçêkerên herî baş ên cîhana pêşketî da hatiye rêzkirin. Fîlma Rosebiani ya yekem “Dance of the Pendulum” komediyeke reş e ku li Hollywood, Kaliforniyayê hatiye kişandin. Fîlma wî “Jiyan” ji bo xelata Tiger li Festîvala Rotterdamê ya Navneteweyî ya Fîlman hate pêşniyarkirin û bû fîlma festîvalan ya herî hezkirî, gelek xelat bi dest xist û rexneyên bilind wergirt, di nav da nirxandina çar-stêrk ji aliyê Guardian û BBC World va. Fîlma wî ya rêwîtiyê, “Chaplin of the Mountains” bû hilbijartiya Rexnegirên New York Times di dema nîşandana xwe ya şanoyî li New Yorkê, û fîlma wî ya dawî, “One Candle, Two Candles” wek berendam ji bo pêşniyariya Xelata Golden Globe hate hilbijartin.