Mervat Shehadeh

Mîrvet ji Sûriyeyê, bajarê Şamê ye. Ew derçûyiya Fakulteya Rojnamevaniyê ya Zanîngeha Şamê ye ku niha li Almanyayê – bajarê Kolnê dijî.

Mîrvet her wiha endama Hevpeymaniya Massar a windabûyên bi zorê li Sûriyeyê,  (Ofîsa medyayê), endama Lobiya Jinên Sûrî, û endama Tora Jinên Sûrî ye. 

Wê çar salan di kovara Sindbad, ku li Almanyayê dihat weşandin, wekî edîtora beşa Erebî ya kovarê kar kiriye. Niha bi tîma medyayê ya platformê Ibdaa re dixebite.

Her wiha raporên rojnamevaniyê yên vîdyoyî çêdike da ku çalakiyên cûrbecûr li Almanyayê bişopîne. Mîrvet endama komîteya hilbijartina fîlmên belgesel ên Festîvala Kobaniyê ya Navneteweyî ya Sînemayê, ya salên 2023 û 2024an e.