Jwan Abdo 

Jwan Abdo derhênerekî ciwan e ku li Helebê ji dayik bûye û bi xwe ji Efrînê ye. Wî bi kamera telefona xwe dest bi fîlmçêkirinê kir û hewl da fîlmeke kurt li Helebê çêbike. Piştî şerê Sûriyeyê, ew bi malbata xwe ra koçî Stenbolê bû, li wir bi fîlma xwe ya yekem, “Kurê Kamerayê”, ku belgefîlmeke dramatîk bû û li festîvalên fîlman gelek xelat bi dest xistin, ket nav cîhana sînemayê.

Jwan li Stenbolê li ser fîlmên kurt xebitî, û di dawiya 2017an da, ew çû Almanyayê da ku kariyera xwe ya fîlmçêkirinê bidomîne. Li wir, wî fîlma xwe ya yekem, “Parallelism”, li Berlînê derhêna, ku li Sînemeya Babîlê hat nîşandan û çend xelatên navneteweyî wergirtin.

Di sala 2021an da, wî fîlma xwe ya duyem, “Neynikên Bîranînê” derhêna. Piştî navbereke du salan, derhênerê ciwan Jwan Abdo dest bi xebata sêyemîn kurtefîlma xwe kir, ku di navbera Kurdistanê û Almanyayê da tê kişandin. Fîlm giringiyê dide tekiliya di navbera dayikekê, ku sembolîzeya welêt e, û kurê wê, ku sembolîzeya koçberan e.