Festîvala Kobaniyê ya Navneteweyî ya Sînemayê
Festîvala Kobaniyê ya Navneteweyî ya Sînemayê di bingeha xwe da ramanek bû ku komek pispor û derhênerên sînemayê li ser xebitîn da ku festîvaleke navneteweyî ya fîlman bi navê Kobaniyê -ku dê çanda sînemayê bi pêş bixe- damezirînin. Sînema ku şêweyeke hunerî ya nûjen e, taybetmendî, pîvan û kevneşopiyên xwe hene ku bi demê ra pêş ketine. Lêbelê mezinbûna sînemayê bi hêmanên pîşesazî, hebûna amûrên hilberînê û fînansekirinê va girêdayî ye. Tevî çavkaniyên darayî yên kêm, festîval di sala 2020an da bi hevkariyên kesane yên damezrînerên wê li Elmanyayê di dema kirîza COVIDê da hate birêxistin. Festîvalê di xula xwe ya berê, di sala 2022an da, zêdetirî 300 fîlm ji çaraliyê cîhanê û bi zimanên cûrbecûr wergirtin. Herwiha, filmên serkeftî di 9-10 Îlona 2022an da li bajarê Bochum ê Almanyayê bi beşdariya derhêner, lîstikvan, pispor û hezkiriyên sînemayê yên ji netewên cuda di merasîma bidawîkirinê da hatin pêşandan .Di festîvalê da perwerdekirina ciwanan li ser çanda sînemayê û ronîkirina behreyên lîstikvan, derhêner û sînemageran tê armanckirin. Festîval ji aliyê pîşekarên pîşesaziyê va di hemû aliyên sînemayê da wekî nivîsandina senaryoyê, lîstikvanî, derhênerî, wênesazî, ronîkirin û dêng atolyeyan pêşkêş dike. Ev atolye ji bo behreyên ku derketine holê derfetekê peyda dikin da ku ji pisporên xwedî tecrûbe fêr bibin û hunerên xwe baş bikin.
Festîval ji 01.04an heta 01.07an deriyê şandina fîlmên bo xula çaremîn vedike. Ev xula hatiye plankirin ku di 9-10ê Îlonê da bê lidarxistin.
Malbata Festîvala Kobaniyê ya Navneteweyî ya Sînemayê