Bi navê rêveberiya KIFF, em spasiya xwe ya dilsoz  pêşkêşî hemû kesên ku beşdarî serkeftina xula 5emîn a 2024an bûn, dikin. Ev xul bi navnîşana “Geşteke di Nav Çandên Cîhanê da” hat lidarxistin û ji bo bîranîna derhênerê Kurd ê Nemir Taha Kerîmî hat lidarxistin.

 

Vê xulê derfeteke awarte da me ku em bi riya sînemayê pîrozbahiya cûrbecûriya çandî û mirovî bikin, bi nîşandana koleksiyonek fîlmên bi baldarî hatine hilbijartin, geşteke bêhempa di nav çandên cûrbecûr ên cîhanê da, û çîrok û ezmûnên mirovî yên cûrbecûr nîşan dan.

 

Festîval bû şahidê têkiliyên di navbera fîlmçêkeran, temaşevanan û rexnegiran da, bi rûniştinên gotûbêjê yên ku têgihiştina hevbeş zêde kirin û diyalogek avakar li ser mijarên girîng ên çandî û civakî pêşve birin. Ev têkilî beşekî bingehîn a serkeftina vê xulê bû.

 

Em bi kêfxweşî navên xelatgirên festîvala îsal radigihînin:

 

* Xelata Baştirîn Fîlma Kurdî

Fîlm: Son

Derhêner: Saman Huseynpûr

 

* Xelata Baştirîn Fîlm

Fîlm: Bitter Sweetness (Sûrî)

Derhêner: Zahir Kusaybatî

 

* Xelata Baştirîn Fîlma Belgesel

Fîlm: Afrat (Kurdî)

Derhêner: Mîkael Rehmanî

 

* Xelata Baştirîn Fîlma Anîmasyon

Fîlm: In Half (Spanî)

Afirîner: Jorge Morais Valle

 

* Xelata Baştirîn Derhêner

Derhêner: Armîn Keşverî

Fîlm: Death Anniversary (Îranî)

 

* Xelata Baştirîn Lîstikvanî

Lîstikvan: Marie Alexandre (Fransî)

Fîlm: DIOGÈNE (Fransî)

 

* Xelata Baştirîn Senaryo

Nivîskar/Derhêner: Dawûd Rehmanî

Fîlm: The Closet (Îranî)

 

* Xelata Baştirîn Wênekêşî

Fîlm: Fiabexit (Îtalî)

Wênekêş: JAB

 

Em spasiya xwe ya dilsoz û rêzdariya xwe pêşkêşî hemû derhêner û fîlmçêkerên ku bi berhemên xwe yên hêja beşdar bûn, û hemû kesên ku di organîzekirin û birêvebirina vê bûyera girîng da beşdar bûn, di nav da xwebwxş, hevkar û sponsor, dikin. Her wiha em spasiya xwe ya kûr pêşkêşî temaşevanên hêja dikin ku amadebûn û têkiliya wan roleke girîng di serkeftina festîvalê da lîst.

 

Di dawiyê de, em li benda we ne ku di xula bê ya KIFF da pêşwaziya we bikin, ku em ê berdewam bikin di nîşandana baştirîn berhemên sînemayî yên ji seranserê cîhanê, rêzgirtina mîrateya afirînerên wek derhênerê Kurd ê nemir Taha Kerîmî, û piştgiriya huner û afirandinê.

Rêveberiya Festîvala Kobaniyê ya Navneteweyî ya Sînemayê

09.09.2024