Adnan Osman

Adnan Osman Şanaz derhêner û nivîskarekî fîlman e ku xwediyê Lîsans û Masterê di sînemayê da ye. Wî çend pirtûk nivîsandine, di nav da “Senaryoyên Min (Beşa Yekem)” û “Çîroka Sînemayê”, û ew sernivîskarê rojnameya Sînema Kurdîka ye. Wî 15 kurtefîlm û sê fîlmên dirêj derhênane, di nav da “Sêgoşeya Mirinê” û “Padîşahiya Moriyan”. Adnan xwediyê gelek xelatan e, wek Derhênerê Herî Baş li Festîvala Babîlê ya Navneteweyî ya Fîlman, û Xelata Juriyê li Festîvala Bexdayê ya Navneteweyî ya Fîlman. Ew beşdarî gelek festîvalên navneteweyî yên curbecur bûye, di nav da Festîvala Kolkatayê ya Navneteweyî ya Fîlman li Hindistanê û Festîvala Qahîreyê ya Navneteweyî ya Fîlman. Niha, ew di çend festîvalên fîlman da xwedî rolên girîng e wek serokê jurî û komîteyên hilbijartina fîlman. Ew herwiha ji bo fîlma xwe ya çarem a dirêj di payîza 2024an da amadekariyê dike.